Genel, Kurdî

Santa Muerte û Deq

Carinan, hêmaya mirinê, dikeve dewsa ruhistîn tê da ku ruh bi xwe re bibe, carinan pasevanê binê erdê, carinan spêleyeke bêrû, carinan deqa li ser mil? Îro ez rastî hevalekî xwe yê ku wextekê em pevre diçûn kursa Spanyolî hatim. Seranserê milê xwe bi deqa Santa Muerte neqişandibû. Her weha hizrine têvel dor li min pêçan…


Em dikarin ji bo deqê bibêjin ku ew modîfîkasyoneke laşî ya di dem û serdemên cihê cihê yê ji bo armancine têvel ên ku xwe pêgihandinê ye (jixwe di çand û kultira me de jî heye: Deq). Heçî kesine gelek caran ji bo armanca xemlê; semolên ku li ser çerm ên ku tên vedan û kolan û paşê xemilandinê ji bo xwejêparastina bela û bêtaran, siûd û tecel, xwebûn, reh, kok û binyat, parastina tenduristiyê, dermankirina birînan û hwd. Serqiseyê, di sedsala 18. de deq, cezaya xuyanga ji bo sûcdaran jihevûducihêkirinê bû, di dawiya sedsala 19. de jinên deqkirî di sîrkan de dihatin pêşandin. Di rojên bihûrî de min nivîseke li ser Mûmyaya Prensesa Sîbîryayê ya 2500 salî ya ku li ser deqên wê bû xwendibû.



Di nava dînamîkên di nava civaka rojane ya îroyîn de deq; di nava rehendên wekî, çîn, zayendiya civakî, pîşeyatî rehendên nû ava kiriye, hilberiye û bûye endamê kultira populer. Ez jineke wekî ku piraniya laşê wê ku bi deqan ve hatiye xemilîn, dixwazim li vir, spoteke gelemper bidim: Deq, wekî ruhê însên xwe biderîne, mîna ku berpaşkî sîtavê bide. Xuyakirina deqî ya di nava kultira populer de û dubarebûyina wê dikare bêhna însên bixeniqîne lê belê, xwedanbûyina laşekî deqî, hê jî di nava jiyana me ya rojane de tê wateya hedefbûyina yê din û berteka civakiyê. Ez temenî dikim ku ev bîrbirin û pêşdarazî bête guherîn û êdî hêdî hêdî ez dixwazim dest bi vegotina mijarê bikim.


Efenîm, heke ez bi antropolojiya hêmayê rabim û dest pê kim: Jiyîn çalakiyeke welê ye ew ku ji naveroka tebîata însên tê. Afirindeya dawîn a hebûnê yanî mirina biyolojîk a laşî ya tunebûyinê jî rastiyeke dîtir a bêman a tebîatî ya însên e. Ji bo parastina jiyînê, însan ê ku bi tiza dilê xwe tevdigere, fikrên li ser tunebûnê ji bo însên hizrên fetloke û tirsoke ne. Dîsa jî însan vê tirsîna xwe ya kûr û endîşeya xwe bi awayekî vekirî û bi awayekî serseratayî naxwaze bide xuyakirin, xwe ji vê yekê hemet dike. Însên; ji bo ku demargiriya ruhî bide pey xwe, hewl dide da ku fikra mirinê bixe bin hîmê, pergalên bawermendiyê, nirxên exlaqî, têkiliyên însanî û zerzemînên felsefî. Di jiyana însên de girîngiya faktora tirsnakiyê nikare paşçav bike. Tirs, yekcar û rasterast li ser bingeha tizên me bandorê pêk tîne. Tirs û bi afirandina tirsê ve birêvebirin, bûye enstrumaneke ku îktîdarên ku dixwazin her li gor bayê xwe tevbigerin biafirînin, ev yek bi hişmendî ava kirine.



Em werin ser Santa Muerte…


Tê gotin ku Santa Muerte ji bihevperesîna mîtolojiya Katolîk a Spanyolî û paganîzma Meksîkayî ya cîgayî pêk hatiye. Aztekî, bawerî bi Mictecacihuatl ê ku mirin dikir rengê kesekî yê ku îskeleteke jinî tanîn. Ev baweriyên cîgayî, bi demê re, bi Xaçperestiya Ewrûpî ve kemilîne û kultekî wekî Santa Muerte olên gelî afirandine û guherîne. Biheviya baweriyên kevneşopî yên Meksîkayî û Xaçperestiyê, di pîrozkirina jiyana wefatkirinên Meksîkayiyan de yan jî di dema Roja Miriyan de dikare bête xuyakirin. Ev însanên hanê, mirinê ji candayinê bêtir wekî merhalyeke derbasbûnê dibînin û lewma vê yekê pîroz dikin. Çavkanî, di Ewrûpeya Serdema Navîn de, di dema pandemiyan de, îskelet wekî bi kok û binyat dihatin kinckirin, li ser text dihatin rûniştandin û digel vê yekê jî wekî serkeftina mirinê sembolîze bike, hatiye nivîsandin.


Berpirsyarên Dêra Katolîkî, bawerpêanîna Santa Muerte, wekî têkçûna olî salûx didan û li hember vê yekê şer pêk tanîn. Vatîkan gelek caran bi heman tevgerê Santa Muerte şermezar kir. Yek ji sedemên vê yekê, her ku çûye xurtbûyina bandora tevgerê ye, ya dîtir jî dêr vê rêbazê wekî îblîsewî bibîne. Di sala 2012’î de, ji bo rûmetgiriya Santa Muerte însanfedakirin pêk hat, lewma jî heşt meriv hat girtin. Gelekî kartel, xwe ji bo Santa Muerte wekî mesîh diresimîne û ji bo şopgeriya xwe ji endamên xwe re sedemên olî dide. (Ji ber tekîliya Marks’a “ol afyon e” em silavekê bidin.)


Naxwe çima, Santa Muerte ya ku dê li ber pêla wendabûna kultiriyê keta, di van salên dawîn de, nemaze jî li pey salên 2000’î bû populer?

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Kürtçe Dijital Medya Atölyesi Düzenlenecek


Mirina ku bi îskeleta jinekê hatibû şênberkirin û ev bûbû halê û şeklê azîzeyekê û li dor vê yekê arezû bûbû pir, sedem çi bû? Sedem bi gelemper di nava faktorekî narihetkirinê de girêdayiyê liserzêdekirinekê: Sûc. Li Meksîkayê çalakiyên ku sedemên wan girêdayiyê narkotîkê bûn, di hejmara mirinê de zêdebûyin anî pê, di bîst salên dawîn de, bi kurtebirî, hejmara “mirinê” firriya, bi hewa ket, ev yek li ser jiyanên welatiyên jirêzê veguheziya gefxwarineke girîng. Nexasim Santa Muerte ji hêla kesên bi danûstendina derzagonî ya narkotîkê ve bûn, bi awayekî populer hat îbadetkirin û di nava sîstemên kult ên girtîxaneyan de populerîte hilberît. Kesê nûjen, li hember dewamdariya tişt, li hember neberxwederiya bedena xwe ya tiştekî, ez dixwazim li xwecihdayina cihekî bifikirim, lê belê li ser vê mijarê weha, bi awayekî tazî rawestin ê bi qîm neyê.



Heye ku Santa Muerte, rêgezên wê nerm, ne ji bo ku xwedançêkirineke lêpirsiyarîbûyinê bûn, hem cihdayina xwe bi awayekî têr dike û hem jî endamên wan ên ku wekî hatibin “bidûrxistin” di nava vê pergala mişt tund û talûke de ew xwe ewlehîskirinê pêk tînin. Hetta di derbarê wê de wextê ku hinek qal dikin, wê “Narco Saint” yanî wekî Narko Azîzê bi nav dikin. Mînak, qaçaxçiyekî narkotîkê ji bo ku sewkiyata wî di nava ewlekariyê de bi cih bê, yekcar dikare xwe bispêre Santa Muerteyê û ji wê re dua bike. Însanên ku bi şêwazên jiyanên xwe ji aliyê dêrê ve nayên pejirîn, bi fîgûrên ku wan kesan nade darizandin re ─mirina ku tu cihêbûyinê naxe navbera însanan û ew welê lê difikirin─ bi awayekî hêsan girêdayinek pêk anîn, ji lewre bi tenê li Meksîkayê ji 10 milyonî zêdetir şopgerên wan hene, tê gotin. Ji bo ku mabedên gelemper yên gelî bêne rûxandin ji hêla berpirsên Meksîkayê xebatine tên meşandin, ev yek tesîrê li ser populerîteya wê zêdebûyinê pêk tîne. Li gor fikra yek ji profesorên Zanîngeha Virginia Commonwealthê, Andrew Chesnut, Santa Muerte kulta olî ya tevgera ku zûtirîn mezin dibe ya li Amerîkê ye.



Heval, ji her însanê ku di her çîna marjînalî de jiyana xwe didomîne, kartelên narkotîk, sûcdarine, mehkûmine, fahîşenine, bi kurtebirî “yên ku hatine bidûrxistin ji jiyanê”, Santa Muerte wekî parastvan tê binavkirin; ji îkonografiya Xaçperest, ji mîtolojî û mîrata zanîna kultirî meriv dest pê ke û li çîrokên hemçerx ên dinyayê fikiriye û kiriye? Xwezîkara Breakîng Bad e gelo? Ez nizanim. Ez di derbarê vê mijarê de çima ez hewçend fikirîm, ez wî jî nizanim.


Bi hêviya hevdîtinê, ciao.


https://mythus.fandom.com/wiki/Santa_Muerte