Dûmahiya Çîrokê Dê Bê, Kurdî

Hesabgêr F

   Silaaaavvv, hûn tev bi xêr û xweşî hatin. Hûn çawa ne, ez hêvî dikim ku hûn baş in ezbenîninooo. Wextê ku kuafor hezarûpêncsed keziyên porrê min ji hev vedikir helbet -wekî hûn jî êdî dizanin- ez betal nesekinîm. Êdî ji vê û pê ve ez ê di blogê de ji bo wê bi sernavê “Dûmahiya Çîrokê Dê Bê” beşeke çîrokên edebî -wekî beşên rêzefîlman yan jî fragmanan bifikirin- pêşkêşê we bikim. Ev beş dê li gor potansiyela eleqe û pêwendî; rexne û şîrovekirinên we çalakbûna xwe biparêze. Hûn ê bikaribin bi awayekî hêsan di bin bûtona “Tevahiya Çîrokê” de xwe bi seranserê çîrokê/çîrokan gihînin.

Çîroka me ya yekemîn dê ji Çîroknûso bê. Ew bi xwe li van deveran e, hûn ê gelek caran bêne pêrgî wî. Wî binasin hêjanino, vê gavê bi xatirê we ezbenîninooo. 

   “Eger tu bixwazî li ser maseyê rûnî, nelebitî û çîrokeke ku qala rastî û sehîheyên jiyanê bike binivîsî bêguman tu dê nikaribî binivîsî; ji ber vê jî divê tu xwe berdî navdilê kolan û cadeyan, gund û bajaran, divê tu bi şêniyên nav kolanê re bipeyivî û divê tu dengê dil û ruhên wan seh bikî ev yek tiza çîroknûsekî ye.” O. Henry.

 

Berf bi kuliyan dikiye xwarê. Çarhawirdor, gund û bergund, lat û zinar; der û berên vê bestê di bin berfê de mane. Her dever çîl û qerqaş e. Xweza wekî ketibe nav gorê, miriye.  Zilamek bi awayekî hêvîşikestî û gavqels di berfê de com dibe, dilûkime û radibe û dîsan dimeşe. Şopelingên wî nayên xuyakirin. Zilam xwe ji sar û sermê diparêze, lê nabe. Ser û rûyê wî bûye tijî berf. Porrê wî veguheriye demeteke beybûnê. Bayekî sert tê, berf tozan dike. Zilam nikare xwe rabigire û tevî çenteyê li ser pişta xwe, xwe bi ajnûyan berdide ser berfa nihamgirtî. Serê xwe hildide; asîman çîlspî ye; çavên xwe nikare ji berfê veke û di dilê xwe de dibêje ”Ev çi xedarî ye ya Rebbî! Ev çend roj in ez lê dipêm da ku ev berf bête rawestan û ez biçim pîna  xwe, lê niyeta wê û rawestanê tune. Rê û rêç jî hemû hatine girtin. Ne wesaîd û ne bergîr e. Xwezî min guhdariya Apê Martîxan û Metika Armast bikira. Çi ji min diviya ev bapûka?”
Ev zilamê ecêb heta demeke beriya niha di hal û wextê xwe de bû. Piştî hevalê wî yê ku, wan pevre karê karistaneke navdar dimeşand, ji ber fikrên wî yên cihêwaz giliyê wî bi xwedanê karistanê kir û ji kar hat bidûrxistin, ─nexwe weha bû─ wî dev ji hemû tiştî berda û mîna kurê Brahman Sîddartha xwe li der û beran qeliband. Ket pey berê û tarîxê, civakê û derdê civakê. Ev kes hesabger bû, bi tena serê xwe dijiya, xwediyê çend tiştine bêqîmet bû; çenteyekî wî, maleke wî yê tijî kitêb û plakên kevn û posterên wî yên rengsepyayî. Nemaze jî posterê ku wî pê hedûriya xwe dianî belê belê nemaze posterê Rîta Haywortê. Heyranê wê bû. Carina xwe ranedigirt û bi saetan jê re helbestên evîniyê dixwend.”Çi hebû ma? Jixwe min nîşe û materyalên ku dê ji bo min bivên, min îktîsab kiribûn çima min ev leza xist mejî û bedena xwe? Tewr û tewr min kurteanekdotine jî nivîsîbûn ma ne armanca min bû ev yek?” dibêje di dilê xwe de. Berf hinekî westa xwe digire. Zilamê jipertavêketî gavên xwe dilezîne da ku xwe bi trênê gihîne.
Li pey çend saet ên dijwar û xedar ez giham îstasyona trênê. Min ji memûr, ji bo trêna yekemîn a ku dê bê bilêtek wergirt û bi gavên şenik  ez ketim hola îstasyonê. Min çayek dagirt û ez çûm qatê duwemîn. Min xwe da ber paceyê. Geh min li bilêtê fedikir geh jî li derve. Ez li ber paceyê kûr kûr li êşa ku Apê Martîxan di nava ax û mala xwe de veşartibû û ji min re qal kiribû fikirîm, berfa westgirtî dîsan bi heman awayî her û her dibare, balindeyên ku ji qerremê serê xwe xistine nav xavika xwe, li ser têlên elektrîkê tîq mane qersê dikin zikê min. Bedena min diricifînin. Destên min ên ku ji min ketî ne ez hewl didim bi xêra piyana çayê germ bikim. Pirr nebihûrî ez daketim jêr.
Trênê bayekî sivik ê tîngermî di gel xwe anî, xirrxaleyên wê yên hesînî qîjînî kirin û sekinî. Ber bi êvarê bû. Însanine jê peya dibûn, min li bilêtê fekir û bêyî ku ez arîkariya konduktor bipêm çûm kompartimana xwe cîwar bûm. Kal û pîreke temenborîtirîn jî rûniştibûn. Min silavek da wan. Her devera min hêj şilûpil bû. Bîskeke din konduktor û keçikek gel hev hatin. Keçikê ji konduktor re welê digot ”Monsieur çima hewqas kurt bû ev bêhndana we? Min di ber re negihande ku ez xwarinê bixwim.” û digazincî. Konduktor lê vegerand û gote ”Biborîne xanima hêja em mecbûr in, divê em zêdetir bi derengiyê nekevin ji ber berfbarînê, jixwe em dereng mane.”
Ji klaksona trênê dengekî tîz ê tûj; ji dûkêşa wê re dûxaneke reşqîr derket û xirrxaleyên ku gava berê qîjînî kirin dîsan heman deng derxistin û trên lebitî û bi rê ket. Trên diçe. Rê wekî dirêjtir dibe. Ez di dilê xwe de dibêjim ”ev keçik, ev keça xama, dirfên wê naşibin yên vê axê. Û xeberdana wê û tevger, kûbarî û delaliya wê. ” Trên xwe di nava zikê çiyayan re dike û wekî marekî di ser erdê re xwe xwûj bike diherike û diçe. Heyam sartir û tarîtir dibe. Ji dûr ve ronahînine wekî kozên êgir li erdê belavbûyî bin tên xuyakirin. Keçik tê rûdine. Qapûtê xwe, kuma xwe û şalgerdanê xwe û lepikên xwe ji xwe dike. Ûff kûffê dike, piçekî silbûyî ye. Hingê çavên wê diqulipin ser Hesabgêr F. Hesabgêr F fihêt dike. Nizane çi bike. Keçik pêşiyê bi xêra çavan jê dipirse, lê nabe. Di ling de: ”Monsieur ev çi hal e? Tu şilûpil bûye. Tu dê serma bigirî wele. Aha ji te re vî qapûtê min biavêje ser ajnûyên xwe. Ez tika dikim.”  Fihêtkirina Hesabgêr F hêj bêrawest didome digel hemû aşkerebûna xwe. Bala kal û pîrê jî vedigere ser xeberdan û bertekên keçikê. ”Spas.” dibêje Hesabgêr F. ”Spas. Gelekî spas. Ma gelo tu bi kû de diherî? Tu ji kû têyî?” Piştî ku çavên wî li memikên vekişiyayî yên keçikê dikeve hiş ji serî diçe. Tenê wê spî gewr e. Tiliyên wê dirêj, porrê wê jî têkilhevbûyî ye. Lêvên wê jî goştîn û stûr. ”Ez ji devereke dûrtir têm, ji Wan’ê. Ez civaknas im. Ji ber ku zanîngeha min li wir bû diviya min teza xwe ya bikutabûna zanîngehê bibira teslîm bikira.” ”Gelekî baş e.” dibêje Hesabgêr F û êdî napeyive. Bîskekê bêyî ku ew xwe ji ber xewê rabigire dikeve xeweke sivik…

    ……………

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Hesabgêr F