Dûmahiya Çîrokê Dê Bê, Kurdî

Hesabgêr F

    Ber bi nîvro Felat bi sergêjiyekê tê ser xwe. Tê ser xwe ku serê wî li ser çokên Amabellayê ye. Fihêt dike. Amabella razayî ye. Naxwaze wê nerihet bike. Çavên xwe li derdorê digerîne. Ronahiyeke xurt di paceyê re xwe dinixumîne hundirê kompartimanê. Felat çavên xwe diqemişîne. Têdigihîje ku eniya wî pirr ecêb diêşe. Sinûzîtê wî aziriye.

Di dilê xwe de dibêje ”Ev çi texlît êş e! Ûf!… Min hewqas xewnên nebaş dîtin Ya Rebbî! Şukir ji rehm û kerema te re. Ev roj û tav bila bibe bi xêr. Ronahî her tim baştir e. Bila geşiyê û dilxweşiyê bi xwe re bîne îşeleh.” Felat dike ku rabe. Hêdîke destê Amabellayê ku li ser gurmika wî ye dide aliyekî. Amabella hol dibe û ew jî tê ser xwe. Bîskekê bêyî ku deng ji herduyan derkeve, welê bêliv disekinin. Felat bi eniya xwe digire û difûrikîne. ”Çi bû bi min Amabella? Tu bi riya Xwedê ew çi bû, nîvê şevê bi serê min de hat? Çima serê min li ser çokên te ne?” Amabella dikeve gumaniyê…

  Wekî gunehkarekê xwe hîs dike. ”Qet.” dibêje. ”Qet, tu tişt nebû. Tu bi ta’ayê ketibûyî. Tu tev de diricifî. Tu zîz dibûyî. Xwîdan dihate te. Can û bedena te ketibû ta’yeke wisan ku min got qey tu dê bimirî. Lê ew e tu baş î Dieu merci, Dieu merci. Hezar carî ji Xwedawendê vî erdî re şikur ku ew e tu rind û selamet î. ”Hesabgêr F ji bo vê tevgerê fihêt dike. Nizane çi bike, çi bibêje. ”Nexwe ez ji xwe ve çûbûm? Ez dizanim ji bo çi welê bû. Ji xwesilkirinê, ew çar pênc saetên ku ez di wê berfê de meşiyam û hatim. Ew sar û serma. Hemû li canê min tesîr kir û hêza min nema. Ez bêyî taqet mam. Ka ev çenteyê min?” Amabella, ji bo ku Felat neweste radibe û radihêle çenteyê wî yê bagajê û dide wî. Felat hewl dide ku hebên xwe yên sînûzîtê bibîne. Çente heta dêv tijî kaxez in. Kaxezine şil bûne û avnûsk belav bûye serrûyên wan û kaxez di avnûskê de bûne guvişk. Kelecanek tête wî. Kaxezan dide hev, dide hev. ”Off, off! Ev çi hal e yawû? Ev kaxeza ku min li ser çîrok nivîsandiye nekme girtiye. Hevokine, peyvine nayêne xwendin. Divê ez nemaze vê kaxezê li cihekî taybet hilînim. Xêra heq hemû şil nebûye û jêneçûye.” Dûv re bileztir tûnikên çente tevdide û dibîne dermanê xwe, hebekê jê dike. Amabella şûşeya avê dirêjê wî dike û Hesabgêr F heba sînûzîtê dike xwarê. Amabella şik dibe ku ew kaxeza ji bo wî muhîm e.
    Trên bi heman lezê rê li ber xwe vediqelişîne. Li Nîvkada Bakur rojên zivistanê kin in. Roj hema li ber nexweşiyan e ku perriyên xwe bike xwarê. Amabella di çenteyê xwe de tiştine wekî totik û bîskewût, cîps û çîqolete derdixe. Pêşiyê îkramê kalê dike. Pîrê niviyaye. Hema çavên wê diçerrixin ser Hesabgêr F. Hesabgêr F hêj bi wan kaxezan ve mijûl e. Ew jî têdigihîje ku Amabella li wî fedike. Fihêt dike. Hesteke tevlîhev e. Nizane ka ev yek çi ye? Fam nake…. Dike nirçenirç. Li ber vê rewşa ku notên wî têdane dikeve. Bi navbera herdu mijangên xwe digire û serê xwe ber bi kêranên kompartimanê ve dike. Dike ku bipişke lê nabe. Pozê xwe dikişîne. ”Monsieur Felat, tu dê tiştekî nexwî? Ka tu jî tiştekî bike ber dilê xwe. Tu ji dihu ve yî birçî yî. Bila hinekî îşteha te vebe. Heye ku bi kêrî te bê.” dibêje Amabella. Hesabgêr F çiqoleteyekê vedike. Bîskeke din konduktor tête cem wan û dipirse ”ka rewşa Felat çawa ye û dibêje bi tenê 45 dq ên din em ê xwe bi îstasyona dawî gihînin.” û lêborîneke dilî ji wan dike, ji ber ku vê sefera trênê rêwîngiya wan serûbinî kiriye… Rûyê yên nava kompartimanê tev de geş dibin. Hingê li hev tê da ku Amabella ji Hesabgêr F bipirse bêje ”Ka tu dê qiseya serboriya xwe ya ku te di nêvî de terikandibû bidomînî an ne?” Keçika Lewanten bi kurtebirî jê dipirse van pirsan. Hesabgêr F ji nû ve dest bi qalkirina serpêhatiya xwe dike ”Piştî ku wî hevalê min gilîdariya min bi xwedanê karê me kir min hem ji karê xwe nefret kir hem jî ez têgihîştim ku ev jiyan betal e, tev lihevanîneke ku tenê, nemaze ji bo xwînxwariyê û pereyan ava bûye. Min ji xwendina xwe, ji evîna şênber, ji têkiliyên însanan, ji bavê xwe, ji birakên xwe, min ji gih tiştî nefret kir. Hemû kesan ji min re gotin ‘Tu bênamûs î. Çi kar li te nayê. Tu kêmaqil î.’ min destê xwe ji gih tiştî şuşt û min berê xwe da dinyayeke din. Dinyayeke ku ji resmê, sînemayê, edebiyatê, sene’etê, xwendinê, tiyatroyê, geştê pêk tê. Min pêşiyê ji xwe re maleke piçûcik dît. Min ew mal li gor xwe da hev. Di vê heyatê de jina ku zêdetirîn min jê hez dikir Rîta Haywort bû. Min li fîlmên wê temaşe dikir û ez bûbûm evîndarê wê. Baweriya min bi evînên rasteqîn û şênber nemabû. Ji nû ve, min ji tu kesî hez nekir bêyî wê. Şev û sibeha min ew bû. Ez ji civak û têkiliyên civakê bi dûr ketim. Resmen min ji xwe re dîstopyayek ava kir.” Hesabgêr F wekî êdî baweriya xwe bi Amabellayê bîne bêrawest domand vegotina xwe. Carinan çavên xwe qels dikir û diçû robariyê. ”Ez bûm yekê din. Min nivîseke nivîskarekî cîgayî xwend ku Ermen li gundê me hene. Li gundê me yê berê. Cîrantiya me û Ermenan çêbûye. Pêşiyê cîrantiyeke xweşik û spehî. Dû re jî dijminahî û kirêtî, bindestî û zordarî. Ji ber wê ez ketim rê û hatim vira. …” Amabella jê lêborînê dixwaze û dibêje ”Monsieur Felat pour diev sake quand Godot de Kurd vien?” Off off, ez hêrs bûm. Ji ber wê min bi Fransî got. Yanî min xwest ez bêjim tu’b Xwedê gelo dê kengî Godot yê Kurdan bê. Yanî azadiya Kurdan. Wekî tu jî dizanî Godot nayê.” Amabella gumên xwe dikişîne navbera diranên xwe hingê xemzeyên wê di gumên wê de cit dibin. 

  Qiseya Hesabgêr F dîsan nîvçe dimîne. Dawiya rêwîtiyê tê. Konduktor agahiyê dide wan. Amabella vî zilamê ecêb difermîne mala xwe. Ew jî jixwe li tiştekî welê dipê da ku ji wê tenêtiyê hinekî bi dûr keve. Ji wî re niha hinekî xweyîtî divê. Ew bi hev re dîsan li trênekê siwar dibin û diherin. Li vir berf nîn e. Baraneke hûr dibare. Piştî deh dq ên din ew diçin mala wan. Mala Amabellayê wan li kaşekî ye. Ji mala wan ve zerya mîna ku di binê lingan de be, mala wan maleke duqatî û bansor e. Herdu dikevin hundir. Hundir xeşap û darînî ye. Hema çi bigire hemû, çardîwarên malê ji kitêb û fotografên kevnare pêk tên. Hesabgêr F wekî dîsan bi ta’ayê keve lê îcar ne bedena wî; mîna ku mezgê wî pêkeve. ”Ka were Monsieur Felat, were, were vira. Rûne. Ez cil û kincên xwe biguherînim. Eger dixwazî, tu dikarî li têkberên malê hûr bibî. Em piçekî entîke ne. Diya min jî ne li mal e qey. Eger li mal bûya niha dê li ber sobeyê li ser paldanka xwe ya qalanqîzikî rûnişta û xwe hêl bikira. Tu li rehetiya xwe bigere. Eger te tuwalet bivê aha ew e li wir e. Hundir ne sar e eger te sar be em dikarin sobeyê pêxin.” Hesabgêr F vedilise. Çavên xwe hêj li ser wan tablo û fotoyan digerîne. Tabloya Giovanni Boldini ya ku jinikeke Serdema Victoriyayê resimandiye bala wî pirr dikişîne. Vedigere ser maseyê ji birçîbûnê radihêje lalengiyekê û diqeşirîne û diavêje devê xwe. Bîskeke din Amabella tê. ”Monsieur welehî pirr min sar e. Em vê sobeyê pêxin û tiştina têxin ber dilê xwe dê baştir bibe. Ez ji nêza mirim. Ka bise ez herim çend êzingan bînim. Dûv re em bi hev re herin mitbaxê hem em tiştina bixwin hem jî tu qiseya xwe ya nîvçemayî temam bike.” Hesabgêr F bi serê xwe, wê dipejirîne….

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  The Suicide of Dorothy Hale