Dûmahiya Çîrokê Dê Bê, Kurdî

Kêra Qoçîn

“Xortekî çardehsalî dikare çi bike? Dikare heqberê çi were? Serqiseyê em mînakê bidin û bibêjin, dikare bibe peyrevê pêz û dewêr.”


Dikare bibe suxrevan, dikare bibe destirme. Dikare biçe ber elok û mirîşkan. Dikare bibe golikvan û kavirrvan. Mîna ku we jî li jor nîşan kiriye, ew dikare bibe siwarê hespê kalikê xwe, belê, ji ber kurtbûna bejna xwe hespê bide ber zinarekî û lê siwar be û bibe siwarekî şidiyayî. Paşê mangeyê bide pêşiya xwe, ber bi deryeçayê ve bibe û bitewilîne.


Bager wê rojê spêde zû ji xew hişyar bû. Kincên xwe li xwe kir û hinekî bi kûçikê xwe re lêyist. Diya wî mangeya wan a belek dotibû, golik berdabû nav guhanên wê. Golikê mîna erebê çav li penîr bikeve guhan her hildikuta.



Diya Bager amadekariya taşteyê dikir. Li ber argûn rûniştî, li ber zehmetiya dûyê argûnê îsot û balîcan dipijandin. Elbeke piçûk, çaydankê diteniyêdemayî û piştiyek qirş jî hema li nik wê bû. Bavê Bager sê roj bû ne li mal bû ew çûbû bajêr, şînê. Xwişk û birakê Bager, Fêris û Fusûn li ser textê razanê, di bin tula zelal û spehî de hê di xewa xwe ya şêrîn de bûn. Bager, beraz saxlem bi zincîra wî ve girêda û çû biniya holikê û li tenişta erdê şûvî yê hêşin li hespa kalikê xwe mêze kir. Erdê şûvî li cem deryeçayê bû.


Bager gelek rojan hesp dibir wê derê li ber garis singê wê li wê derê girêdida û diçû bi celbê dilêyist, bi wê celbê ve xanî û xanîko, traktor û romork çêdikir û li derûdorê digeriya, tayên hişkbûyî yên tehlikê berhev dikir û ji wan çeqine jêdikir û pê pêvekên traktor û romorkê çêdikir û heya berêvarê pê dilêyist. Ew lîstikvanekî bi qîma xwe yê şareza bû.


Tîrên rojê xurtir dibûn û erd sor dikir. Bager dîsa destê xwe da ser eniya xwe û li hespê mêze kir. Hesp, wekî peykerekî ji qîrê pêkhatî, di navenda erdê bi firizê, gurnîgê û pêçekê ve hatibû xemilîn de lingekî xwe yê paşiyê nîvşikandî guhên wê ji herdu hêlan ve berdayî welê sekinibû. Heywanikê carina boçika xwe hêl dikir û li qûna xwe dixist da ku mêş û mozan ji xwe biqewitîne. ”Bêrî ma estoranê xo biramê û bidê xar.



Estora şima hendê ê ma nêbeno, ê kesî na dewî di qedê ê ma beno!” hevala Bager a porgijik, nerihet û gumterikî li ser pişta hespê xwe qayîşê dide Bager da ku bikevin pêşbirka bezê. Bager ji dumilî fêm dike lê nikare bersiva wê bide. Hêrs dibe. Zerfa devê wê dike ”Bêrî û mêrî ma istor mistoranê xo bidê nizam çi û nizam çi ez nizanim! Ez zimanê te fam nakim. Yaw tu nizanî ez bi dumilî nikanim qise bikim! Yanî tu çima min hêrs dikî?” ”Çima Bagero, ma ez li diya xwe elimîme, ez bi kurmanciya reş jî zanim. Hema Dumilî min ra daha xweş i.”


Bager pihêt bi hefsar û rişmê hespa kalikê xwe digire û berê wê dide qirêc. Qirac wekî zerika hêkê ye. Çîkzer e, dibiriqe; seranser. Bi vê heytehola Xecê pirr sil dibe. Bang û qîr dike ”De hadê keçê bibezîne hespê xwe!” Hespa Bager bi loqloqiyan, li nîvrev e. Xecê xwe digihîne tenga wî. Hingê, çiqas hikum û quwet di Bager de heye şiveke şid diteqîne bi ser paqê hespê de. Hesp dihîşe û dide çargaviyan. Dixere. Guhên xwe mûç dike. Mîna bê dibeze. Na nabeze, difirre. Serî ji Bager werdigire, diterqize. Bi ta’ya dînbûnê dikeve.


Bi qasî çend mîtroyên din Bagerê ku xwe hişka bi stûyê wê ve zeliqandiye dipengizîne erdê. Tîzik û lotikan dide xwe û dibe talîzok. Bager sersêrî, devûrû diçe nav axa sorbûyî. Dev û diran dibe tijî herriya sor. Xwîna kelî ya ku ji poz vedizê dikeve dêv. Kela germê ji erdê difûre. Destê xwe di pozê xwe dide xwînê dibîne, paşê hema digirî. Xecê gelekî ji wî dibihûre, ji wî pirr bi dûr dikeve.


Hespa Bager serî digire û ber bi çêm ve dibeze. Ew ê dîsa biçe ziyanê garis. Dev û qertan biavêje garisê xelkê. Xelk ê dîsa bê ser bavê wî û giliyê wî bi bavê wî bike. Dengê giriyê wî bilindtir dibe. Dest, mil, enîşk û pozê Bager hemû qeşiriye. Di nava toz û dûmanê, axa sotî de vedigevize. Dîmena talîn a ku tê bîra Bager tîpa V’ya biniya simê hespê ye. Ji wir û pê ve tu tiştekî din ê ku bîra Bager biçirisîne nîn e. Xecê. Xecê çima nehat, bêbextê. Hey xwurpêketê. Heeeeey…”

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Ajotina Kamiqa Škodayê


”Bageeeeer! Lawê min were, wereee.” Bager bi dengê diya xwe yê hişk ê berberok tê ser hişê xwe. Dev ji lêfekirina hespê berdide. Dengê dayika Bager li bin guhên zinar û latan; ferş û kepir yên dorhêla holikê diqelibe, olan dide. Direve û tê nik diya xwe. ”Were, xwişka te digirî. Were arê vî argûnê gurr bike bila venemire. Ez heya şîr didim xwişka te. Nebe nebe tu bi hespê, nanê kalikê xwe bibî haa. Qey ew roja hanê ku hespê te li ser xwe avêt nayê bîra te? Me got qey tu mirî. Careke din jî bi wê Xeca bêyewm û qurçimî re megere û melîze.


Qey ez pirr jê hez dikim xeberfêrîgê tew hat got ”Bager li ser hespê ketiye.” Kê ji rûyê wan xêr dîtiye lawê min! Bavê wê gelac û fetwazê sererd û binerd e, birê wê jî dizê nav pîn û zeviyan e. Tê çi hêviyê bikî! Gerçî dêlik bi teleb e kûçik tê ji heleb e. Ne sûcê te ye oxil. Bavê te wextê te hembêz kir anî min got qey tu êdî ranabî. Te dilê min qutifand. Dilê min bû qet qet î.”


Bager hinekî mehdê xwe dixelîne. Rûyê wî tirş dibe û tê ber argûn û piffê êr dike. Kûr û hûr li vê silbûna diya xwe dihizire. Naxwe Bager ê di bin siya wan zinarên mezin û kevzgirtî de bi memikên kê ve bilêyze? Memikên piçûk û nûvedayî; rep û vekişiyayî. Belê ma bêyî Xecê kî heye? Li ser jiniyan rûdine û agirê argûn geştir dike.



Ferhadê Mihemed