Kurdî, Sanat

Sebastiao Salgado

“Heke fotograf olek bûya, hingê dê pêxemberê wê Sebastiao Salgado bûya.”


Fotografên Sebastiao Salgado êşa însên ya pirrûyî nîşan û pêşkêşî meriv dike, di heman demê de, însên vedixwîne da ku meriv rêz li ber rûmeta însên bigire. Eduardo Galeano di derbarê Salgado û wêneyên wî de wisan dibêje: “Ev fotografên hanê, ev fîgûrên ku bi îhtîşameke trajedîk ve dagirtî ne ji hêla peykersazekî bêhêvî li ser xeşab aya kevirekî ve hatine neqişandin? Ev peykersaz fotografkêş e aya Xwedawend e, aya îblîs, aya rastiya serrûyê erd e? Tiştekî teqez heye; ku meriv nekeve bin tesîrekê û li van fîgûran nenihêre nabe, ev yek pir dijwar e. Ez ne bawer im ku yek bêyî hay û tay, bêyî xem be li hember wan, li wan mêze neke û ji wan bi dûr keve.”


“Helbestvanê ku di dewsa pênûsê de bi tîrêj û ronahiyê bi kar tîne û pê xêz dike.”



Fotografkêşê belgefîlmê-civakî yê Brezîlî di sala 1944’an de hatiye dinê. Ev yek ji bo pênaseya fotografkêşiya belgefîlmê civakî bo wî pir qels û bêkêr dimîne, bi qîm nayê. Mijarên ku tên hember wî aya yê ew bi xwe dikeve hember meseleyan tavilê wan vediguhezîne berhemên hunerî. Rexneyên ku li ser estetîzekirina êşê ya li ser merivan heye, hene. Tîrêjê, reşê, spiyê û lekeyê bi awayekî bêhempa bi kar tîne.


Wextê ku Salgado li dor lûtkeya şoreta xwe bûye ji nişkê ve wenda bûye, ji holê wenda bûye. Sê sal kesî nedikarîbûye rê bibe ser. Rojek ji rojan bi qasî 240 hezar fotografî ve derketiye holê û bi kampanyeyeke navneteweyî ve em hemû fotograf  firotine. Bi vî perê xwe ve jî, di sê salên wendayî yên ku li Brezîlya bihurand û fotografên wê kişand, ji hemû gundiyên bêax û bêhebûn yên wê derûdorê re pê ax kirî û li wan parve û belav kir. Wextê ku Brezîlyayê reîsê cumhurî ji bo pêşniyar kir, wî ev pêşniyar vegerand û got: “Heke ez bibim siyasetmedar hingê ez ê bibim derewker.”


Sebastiao Salgado


Di belgefîlmê The Salt of The Earth  ku fotograf dihat çi wateyê de, bi rastî jî hestên meriv radike ser piyan. Di nava belgeselê de hûn dikarin rastî wî û agahiyên di derbarê jiyana wî de ne lê rast bên.



Ji bilî van, bi fotografgeriya xwe ve daxwazîlêkirina dadmendiya-civakî û aştiyê, di mijara parastina kişweran û xweristê de jî, pevçûna ku di asta dinyê de kir, bû sedemê xelatgiriya wî ya Xelata Aştiyê.


Çend fotografên wî yên ku meriv mehtê dimîne:


İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Hesabgêr F