Bibe Mêvan û Were Ba Min, Kurdî

Dûblaja Kurdî

Silav canimno, hûn bi xêr hatin kanala min! Temam temam, henekan dikim. Îro beşdarê Bibe Mêvan û Were Ba Min, serokê dûblajê Gernas Nenas e! Ji sala 2013’an ve di kovara karîkatur û mîzahî ya bi Kurdî Golikê de dinivîse, di gelek malperên înternetê te nivîsandiye û ji bo fîlman jêrenivîs amade kirine vî cewherê ha.


Hûn dikarin nivîsên wî ji bloga wî ya www.gernasnenas.blogspot.com û wî jî li ser gernas_nenas bişopînin. Herwiha ji bo Gernas beg ku hîn jî karê wergerê dike ji ber ku tevlî bloga min bûye spasiyên xwe pêşkêş dikim.


Ev salek e wek profesyonel di nava dûblajê de me. Çi rêzefîlm, çi fîlm û çi belgefîlm. Di gel ku ez bi xwe jî bi dûblajê re mijûl im ez bi rihetî dikarim vê pêşniyarê li we bikim; eger derfeta we hebe bi zimanê orîjînal li fîlman temaşe bikin. Hûn ê bibînin ku tehma wê cuda ye, hestê dide we heza dide we cuda ye.


 Pêlêke Canim
Pêlêke Canim

Çima wisa ye hûn dizanin? Ji ber ku karê dûblajê jî bi serê xwe lîstikvanî ye. Hûn her çi qas nebînin jî li ber mîkrofonê ne tenê dengê me diguhere. Em di odeyeke yek metreyî de fîlm dijîn, car din fîlm dikişînin, ji nû ve dileyizin. Bi jest û mîmikan, dest û piyan, bi laşê xwe em dileyizin.


Min di zaroktiya xwe de dest bi Dûblaja Kurdî jî kir. Wekî her tiştê xwe yê Kurdî. Jixwe divê wisa bûya jî, divê Kurd ji her tiştî di zaroktiya xwe de bi Kurdî tam bike. Bawer dikim ez behsa çi karê xwe yê Kurdewarî bikim divê ez heta zaroktiya kûr herim, wek niha…


Bi saya fîlmên karton (çizgî fîlm) an jî şeytanok -deme em biçûk bûn me wisa digot- min berê xwe da dûblajê. We hemûyan jî temaşe kiriye hûn dizanin, dengê karakterên fîlmên karton tim sosret in, cuda ne filan. Bala min pir dikişand, min jî bizarî (taklîd) wan dikir. Kêfa min dihat ku wek wan biaxivim. Pêşî min jî heman tiştî dubare dikir helbet. Paşê min tiştên wan digot bi Kurdî dubare kir. Wisa wisa dûblaj di dilê min de xweş bû, û min xiste serê xwe ku dema mezin bibim dest bi dûblajê bikim. Min dest pê kir lê her tişt wisa ne bi rihetî bû.


Mezin bûm, lê pêşî nebûm dûblajvan. Bûm temaşevanê Kurd 1ê. Li berê rûdiniştim heta êvarê min li fîlmên bi dûblaj temaşe dikir û li gor xwe dinirxand bê ka çawa diaxivin, ez bûma min ê çi bikira filan, ew jî bi qasî fîlmên karton bi min xweş dihatin. 4 ya jî 5 sal beriya îro di Facebookê de min rûpelek bi navê Dûblaja Kurdî ku Stenbolê kar dike dît -ez ê navê şirketê nedim lê navê yekî ji wan Ehmed e- . Pir kêfa min hat, min ji wan re nivîsî wan yekser bersiva min da. Pir kêfxweş im, li ser qûnê nasekinim. Me ji bo sibeya wê rojê li hev kir ku ez herim û demoya dengê min bigirin. Bû sibe, ez rabûm bi zikê birçî ji bo ku li benda min nesekinin li otobusê siwar bûm û saetek rê çûm. Bi xêr min şirketê zû dît pir lê negeriyam, jixwe birçî me biwestim dê zikê min jî bike xurexur ez ê şermî bibim.


Ez derbasî hundir bûm. Xwediyê şirketê kesê bi navê D. ez pêşwazî kirim. Min Ahmed da nasîn lê bi keçika xweşik a ku li ser masê rûniştibû neda nasîn, 20 salî filan im wê demê pir şermoke me. Ji şerma nizanim xweşik xwe jî bidim nasîn. Min kir û nekir bi zorê çayê dane min, bi ser wî zikê birçî de min çay jî vexwar. Piştî çayê min li şirketê gerandin. Du odeyên dûblajê hebûn, yek ji bo Zazakî û yek jî ji bo Kurmancî bû. Li gor ku gotin karê dûblajê bi piranî ji Başûr dihat. Welhasil canim, piştî ji min pirsîn bê ka ez amade me an na min derbasî stûdyoyê kirin. Karakter nîşanî min dan, axiz dan destê min û ketin qeydiyê. Karakterê min gotina xwe xelas kir lê deng bi min neket. Xwediyê şirketê kesê D. ji Ahmed xwest ku min fêrî dûblajê bike. Ahmecim derî vekir û yek yek ji min re got. Pêşî bi tiliyan karakter nîşan da, paşê ji bo nas bikim dengê wî bi min da guhdar kirin, paşê metna wî da destê min û derket. Wan vekir û min xwend, wan vekir û min xwend!

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Mehmed Uzun êdî li Weşanxana Selê ye

Piştî 5 deqeyî gotin “Derkeve qediya.” pir ecibandibûn. Bi kelecan bi min re li ser rojên min ên betal axivîn da ku êdî ez jî bibim dûblaj van. Rûyê min li ken, zikê min birçî ye. Em derketin jorê, çayeke din jî dane min. Ji aliyekî ve hirehire me ye em dikenin û ji aliyekî ve xurexura zikê min e ez birçî me. Min çaya xwe bi zorê qedand û ez rabûm ser xwe ku herim malê. Lê gotin “Neçe, wa xwarin amade dibe xwarina xwe jî bixwe paşê here.” Tu yê bêjî qê xençer li zikê min ket. Jixwe mirovekî şermok bûm wan salan îcar fikra ku dê ew keçika delal jî dê bi me re bixwe ket serê min, min bêtir fedî kir. Hey kuro neçe, hey kuro xwarin amade ye, hey nizanim çi lê eyb eyb e! Kuro disekine? Nesekinîm. Bi wî zikê birçî, bi rûyê ji şerma sor, bi kêfa karê dûblajê ji şirketê derketim. 4 ya jî 5 sal berê bû.


Bi roj saet 9 bû bê taştê derketim saet 4’ê êvarê bê xwarin vegeriyam malê. Min xwar û xwar, têra dilê xwe û we teva xwar. Welhasilê kelam, bû sibe negeriyan. Bû du sibe negeriyan. Hefteyek derbas bû negeriyan. Mehek derbas bû negeriyan mehek! Min ji xwe re got dibe ku nimra min wenda kiribûn, ez geriyam.. na heyran, kesî venekir. Du meh lê ket dîsa geriyam. Lê dixe venakin. Salek borî geriyam venekirin, du sal borîn geriyam venekirin, 4-5 sal li wan geriyam venekirin. Êdî min hêviya xwe ji wan birîbû lê dîsa jî her ku dihat bîra min li wan digeriyam, VE-NE-DI-KIRIN!

Westiyam ez jî. Lê li cihekî din min dest bi dûblajê kir. Ne ku pesnê xwe didin, bi rastî jî çawa ku ketim stûdyoyê bi derbekê min 3 beşên rêzefîlmekê bi bînekê xwend. Li wir min xwe têr û fêr kir. Lê têra min nedikir. Ew qas min bi dûblajê kêf dikir min dixwest bêtir têkevim navê. Min jî li ser Instagramê hesabê Dûblaja Kurdî (http://instagram.com/dublajakurdi) vekir û dûblajên ku min bi teefona xwe qeyd dikirin li serê bar kir. Jê hat hezkirin û lewma jî zû belav bû. Bala gelek kesên bi dûblajê re eleqedar dibin jî kişand. Beriya çend mehan li konsera rapbêjê Kurd Reqso bûm. Yek li ba Reqso bû, çûm cem wan, camêr destê xwe dirêjî min kir û got “Ez Ahmed” pir baş e, min jî got “Ez Gernas”, Ahmed sekînî û pirsî “Gernas Nenas? Xwediyê hesabê Dûblaja Kurdî ya Instagramê?” min got “Erê.”  Vî camêrî dest pê kir û keniya. Em 5 deqe li benda kenê wî sekinînin. Tê bêjî qê ev 4 sal in nakene û li benda wê rojê ye, bi yek carekê bi guhê me de teqiya! Lê avantaja wî hebû ku kenê wî seksî bû. Piştî kenê xwe qedand an jî ken ew westand dest pê kir.


-Tu dizanî ez kî me? Ez Ahmedê li wê stûdyoya dûblajê me. Çend meh berê min û xwediyê şirketê kesê D. em rastî hesabê te yê dûblajê hatin. Me yekser tu nas kirî! Me dizanî tu ew kes î… me li hev nihêrt û me ji hev re got “Teqez ev ji me aciz bû û çû dest bi vî karî kir”, em herdu jî wisa difikirîn.


Na heyran! Ne ji qehra we, ji ber evîna xwe min dest bi karekî wisa kiribû. Em sekinîn û têr bi hev re keniyan. Min pirsî bê ka çima li min venegeriyane. Tu nebêjî ji wê roja ku ez çûme wê stûdyoyê heta niha karê wan sekiniye. Tenê karên biçûk ketiye destê wan, lewma şerm kirine li min bigerin. Piştî wê rojê di bernameya cejna zimanê kurdî de ku Chalak Eventsê li Zanîngeha Bogaziçiyê li dar xist min û xwediyê şirketê kesê D. jî hev dît. Ez û wî jî em bi hev re keniyan, min jî ji wan re qala birçî derketina xwe ya wê rojê kir.


4 meh di ser wê rojê de borîn, lê dîsa telefona mon venake kesê D. (:  Min wisa dest bi dûblajê kir canikno. Digel ku ez bi dengê orjînal yanî bi jêrenivîs ji fîlman hez dikim jî karê dûblajê dikim. Lê dixwazim vê jî bêjim; fîlmên bi dûblaja Kurdî jî li xweşa min diçin. Eger jêrenivîsa fîlman nebînim pêşî li dûblaja kurdî digerim, lê sed heyf û mixabin ku li ser înternetê zêde nînin.

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Hesabgêr F

Di vir de dixwazim ji we jî bipirsim: Dûblaj an jêrenivîs? Dûblaja Kurdî an bi zimanekî din? Hûn çawa temaşe bikin dê tamê bide we?