Genel, Kurdî, Röportaj

Hevpeyvîn: Hogir Beramed

Nasnama neteweyî, diltengiya jiyana rojane, polîtîkayên çepîtiyê, muhafazakarî, jê bidûrketine hilberînê û wendakirinê, paradîgmaya nûjen a ku tê guherîn, îsyanên ku ji bo xwenekuştinê tên kirin, çêr, pirtûkên ku me dixin nav çavên janên hebûnê, rojeva welêt a ku însên bêzar dike, pardarên ku nikarin bibin pardarê refahî, bajarên ku bi însanên kultirê re rabûne-rûniştine, tijî ne, mal, însan, însanên ku di heman malê de bi hev re dijîn, lê ji hevûdu hez nakin.


Qet nebe em hinekî ji wan bi dûr kevin û em li ser tiştên xweş hinekî bipeyivin. Îro ez û Hogir Beramedê hêja em hinekî li ser kokteyl û barmeniyê peyivîn. Kerem bikin.



• Heke ez bi klîşekê dest pê nekim nabe: tu dikarî hinekî qala xwe bikî?


Navê min Hogir e. Wextê min di sala 2011an de dest bi turîzmê kir hingê ez beraliyê vî karî bûm, ev karê min heya sala 2016an domiya, paşê min di sala 2017an de koçî Almanyayê kir,  ez li vir jî bi heman awayî tiştinan li ser karê xwe zêde dikim û karê xwe didomînim.


• Yê ku dê bi kêrî me were.. Ew vexwarina ku dê dilê me geş bike, yan jî “ew vexwarina dê me ji nava vê heytehola bêmane de rizgar bike” û her weha berêvarekê em ê pişta xwe bispêrin deverekê û wê vexwarinê biqultînin. Tu dikarî li ser vê yekê ji me re tarîfên çend ji wan kokteylên hem yê bimey hem jî nebimey bidî?


Ez dikarim çend tarîfên bimey yên wekî international bidim:



Cosmopolitan:

4 cl vodka

1,5 cl lîkora pûrteqal

1,5 cl ava leymûnê

3 cl ava helhelokê


Pinacolada:

2 cl malibu

2 cl bacardi

4 cl ava ananasê

3 cl şîr

1 kevçiyeke barê ya şiriba cocoyê


Tevî ku navneteweyî be jî, tarîfên kokteylan li gor welat û barmenan dikare were guhertin. Her weha, ez hîn bûm ku ev tarîf yê ku hûn pir jê hez dikin, ez yekê çêkim? :))



Whisky Sour:

5 cl Bourbon vîskî

1,5 cl

Ava teze ya leymûnê

1/2 şiriba şekir

1/2 spîka hêkê (opsiyonel)

Angostra bitter (opsiyonel)


Mojito:

5 cl Rom

4-5 leymûna çênî ya lîme

4-5 perê teze yê nane –yê girs-

2 kevçiyên çay ên şekirê esmer

Soda


Manhattan: 

5 cl Rye yan jî Vîskiya Bourbon

2,5 cl Martini Rosso

1 çêniyek bîtter



Hema çi bigire hûn dikarin van kokteylan li hemû deverên dinyayê, li ser kartên menuyên vexwarinan bibînin û ceribandinê teqez ji bîr mekin. Ev tarîfên ku min dan yên bimey bûn, ez çendek ji wan yên nebimey yanî Mocktail (List of non-alcoholic mixed drinks) bidim.


Virgin Watermelon Margarita:

1 zebeşekî navçeyîn ê bêdendik ê perçekirî

5 qedehên ava teze ya leymûnê

4 kevçî agave

5 kevçiyên xwarinê soda



Pineapple Cobbler:

1 oz ava tûfirengiyê

5 oz ava leymûnê

3 oz sodaya ava ananasê

Club soda


İpanema:

1 leymûn

2 kevçiyên şîrinahiyê şekir

20 cl ava maracuja

150 ml gazoza bi zencefîl

Cemeda şikestî


• Serqisê, te tew ji xwe re gotiye ku ev kokteyla min a yekta ye, min ev nav li vê kokteylê kir, mîna ku ez navekî li zarokekî nûbûyî bikim. Kokteyleke ku te bi xwe nav lê kiriye, heye? Te gotiye “çîrokeke kokteylên min heye” ? Tu kesekî welê yî? Egzotîk, navên afirinde hene ?


Kokteyleke min a yekta nîn e, lê belê ez dikarim bibêjim, bêhnên ku bîranên zarokatiya min ji nû ve jîndar dikin û her weha bingeha kokteyla min ava dikin, heye, belê heye.


A weha ye ku, naneyên ku diya min di hewşê de çandibûn, rihanên ku di elba mast de çandibû û li ber pencerên bû, ew dara leymûnê ya wextê ku gul vedida û hemû rengê bêhna hewşê diguherand û mêweya ku wê herî zêde jê hez dikir sêv bû, ev hemû tişt ez beraliyê çêkirina vê tarîfa kokteylê kirim û di encamê de tehmeke bêhampa derket holê. Ya rast ev hemû tişt bi xêra diya min çêbûn.


Ji ber ku hemû hêşinahiyên teze min ji hewşa diya xwe werdigirt lewma min navê kokteylê jî “My Mother’s Garden” danî. Bi ya min navekî xweşik bû. Ew amade ye ku li ser karteke kokteylê cihê xwe werbigire. Ez tew bi derengî nexim û tarîfa wê jî bidim te:


– Nîvê sêvê, bi awayê kupî/mîkab

– 1,5 cl şiriba şekir yan jî ev dikare bibe seriyekî şekirê qelle

– 1,5 cl ava teze ya leymûnê

– 3,4 perê rihanê

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Kitêba Bergsor

– 2 cl lîkora nane

– 4 cl vodka



Û piştî vê têkeliyê/lihevxistinê, di dawiyê de divê em vexwarina xwe ya zarokatiyê ya yekta “gazozê” jî bi ser de kin. Helbet ev di jiyana me ya modern de dikare Sprite be jî. Ev kokteyl, kokteyleke li gor tehma devê min bû. Bi tevahî ez hewl didim tehmên ku di tehma wan di hişê min de mane, li ser van tehman kokteylan çêbikim. Ez hewl didim navên cuda û afirinde li wan bikim, bi vê yekê dilê min geş dibe û helbet ew mêvanên min ên ku van ditehmînin jî.



• Tu trendên gerdûnî dişopînî?


Riya şopandina trendên gerdûnê êdî pir hêsan e. Bi xêra medya civakî û teknolojiya modern a ku veguheriye alaveke kapîtalîzmê û ew nûbûnên ku her tim diguherin, ji kurmê mezaxtinê, ji trendan bêhayedarbûn ne mumkun e. di salên dawîn de lêkolînên ku bi tevahî hatine kirin, pêşniyar tê kirin ku divê vexwarina araq û meyê were kêmkirin hal welê be ev pêşniyar bandorê dikare li ser sektorê pêk bîne.


• Di warê xuyangê de te xwe baş bi pêş ve biriye. Te ji bo vê yekê di ber re perwerdehî dît?


Ya rast min tu perwerdehî nedît, ez dikarim bibêjim, bi tenê, bi lêtemaşekirinê, bi dîtinê min xwe bi xwe, xwe bi pêş ve bir. Ji ber ku bi rastî em di serdemeke morden û pêşveçûyî de ne, ji bo ku însan zû hîn bibe gelekî rê û rêbaz hene. Beriya her tiştî divê tiştê tu dikî bi te ‘’xweş’’ be, ev yek muhîm e. Heke tu xwarinekê yan jî vexwarinekê wextê çêdikî û tu lê mehtê dimînî, dibî heyranê û servîsê dikî hingê her tişt têkûz e û kokteyl jî wextê di atmosfera kokteylan de tê xemilandin, hingê tabloyeke balkêş derdikeve holê.



• Di dema kokteylamadekirinê de tu jî barmenekî ku li derdan guhdarî dikî yî? Bi însanan re têkildarbûn karekî zehmet e, ewçend jî divê çavdêriya wan kirin karekî kêfxweşbûnê ye. Bûyereke balkêş a ku bi serê te de hatiye, yeke nejibîrbûnê heye? 


Belê divê em welê bikin yan jî ez ji bo xwe bibêjim, divê ez welê bikim. Ev yek bi awayekî kesê li hember min jî dide teselîkirin û nîşan dide ku ez qîmetê didim wî/wê. Ya rast parçeyekî karê min e, ez zehmetiyê nakêşim. Muhabetên pir cuda carina tên bilêvkirin, carina ez li derdên ku divê neyên salûxdan, ew derdên ku dilê min teng dikin guhdarî bikim jî, mecbûr divê ez lê guhdar bikim. Aliyekî wî yê şematê; heke ev muhabet ji aliyê were hezkirin, ji aliyekî ve destê we karê xwe dike, ji hêla din ve hûn bi kelecanî lê guhdarî dikin.



Carina wextê ew kokteylekê ji min dixwazin ez jî dest pê dikim û qala derdê xwe dikim. Bûyerên komîk û trajîkomîk carina dikarin werin bi serê min de. Şahidiya hevxapandinê, yên ku bi ser sandalyê de dikevin, yên ku ki ser deska barê bi xew ve diçin, tevî ku qedeh vala be yên ku hê mîna ku yê hundir qedehê wexteke dirêj vedixwin. Bi kurtebirî dibe pêvajoyeke kesên ku êdî dest bi arodeteyekê dikin. Gelek bûyer bi ser serê min de bûrîn, tevî ku ez ji xwe ne bawer im ez bi tenê dikarim vê yekê bibêjim: Wextê ku dengê govendê li cihek ji cihekî ku ez lê dixetim bilind dibe, ez xwe tavilê ji ser deska barê tavêjim û xwe bi govendê digihînim, ev tevgera min dibe sedêmê zêdebûna enerjiya kesên wê derê û bi vê yekê ez jî pir kêfxweş dibim.



• Tehma devê herkesî cuda ye. Bi te vexwarina “baş” çawa çêdibe, sira vî karî çi ye?


Ez dikarim bibêjim “Li gor dilê herkesî ye.” jixwe welê ye jî. Amadekirina meyeke baş heman mîna amadekirina xwarineke baş e. Lewma jî di navbera mey û xwarinên ku hûn tehm dikin melekeke berawirdiyê pêk tê. Bi xêra vê melekê bi pratîkeke zûtir ez dikarim meyeke li gor dilê mêvan amade bikim. Herçend mey li tehma dêv bê, ewçend pêşkêşkirina xuyanga wê pir girîng e. Li gor mêweyên demsalê pêşkêşkirina mîna kokteyleke Festîvala Brezîlî. :))


• Meya te ya bijarte kîjan e? 


Bi tevahî vîskiyeke Îrlandî ya cemidî re teqez ez nabêjim na. Lê ez tu carî dev ji cuba libreya ku bi goldeke romê re hatiye têkilhevkirin bernadim. :))

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Franz von Stuck, Hercules and the Hydra


Cuba libre? Hema li vê derê kurteagahieyeke çandî: Leşkerên Rom û Spanya ─di dema şerê Amerîkî de hevûdu nas kirin, dema Kubayê dagir dikin, li barekê li hev dicivin. Leşkerekî ku berê rom vedixwe, bang li barmen dike! “Ji min re kolayekê û romekê bîne!” Barmen rom û kolayê têkilê hev dike, çêniyek leymûn jî bi ser de dike. Leşker ji vê meyê ewçend hez dikin ku bang dikin Û dibêjin “Bijî Cuba!” yanî “Cuba Libre!” ev çîrok çiqas rast e nayê zanîn lê tehma Cuba Libreyê bêhempa ye, meriv li ser vê yekê nikare nîqaşê bike.



•4 cl kola

•4 cl rom (Bacardi yan jî Havana Club)

•Cemeda şikestî

•Lîme – Leymûna Kesk


Pir spas. Bi hêviya sohbeteke me ya dîtir, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.