Genel, Kurdî

Kurtkirinên Populer yên Îngilîzî û Wateyên Wan yên Bi Kurdî yên ku Li Ser Medyaya Civakî Pircar Tên Bikaranîn

Di jiyana rojane de ─nemaze jî di van du salên dawîn de, ji ber rewşa pandemî û nexweşiyê─ têkiliyên nav hev yên însanan hemû bi awayekî elektronîk û çalakiyên li ser torê pêk hat û em jî welê vê yekê pêk tînin. Ev rewş, bû sedemê pêkhatina zimanekî tora înternetî yan jî zimanekî argoyî yê tora înternetî. Ev zimanê ku pêk hat, bêhtir rojane û zêdetirîn bû abbreviations û naveroka wê ji (kurtbûyina peyv û bizimananîna wan) tê pê. Her tiştê online hê bêhtir bi lez pêk tê. Hevpeyvîn, wêne, vîdeo, dîmen ‘’vîral’’ (veguhestina bûyerekê ji devê însanekî ber bi însanekî din ve) kete ser rewşeke bileztir, bertekên ku tên dayin û zimanê ku li ser tora civakî tê bikaranîn bi awayekî bi lez rastî veguherînekê tê.


Min ji bo we, peyv û biwêjên rojane yên ku li ser tora civakî, li ser leyistikên ku di kompîterê de tên leyistin ên ku piranî car rastî me tên yên ku bi îngilizî ne û ew popluler in, min ew dan hev, senifandin û wateyên wan ên kurdî li hember nivîsandin. Heke tiştekî ku hûn dixwazin li ser bar bikin, fermo di beşê şîroveyan de binivîsin. Kerem bikin.


Ji bo îfadekirina hîs û hestan:


HIFW How I feel when (… heke dibe, ez xwe çawa hîs dikim. Yek ji kurtkirinên herî zêde li ser Twitter, Instagram û Facebook tiştên komîk û îronîk, dîmen û gîfan tê xuyakirin.)

TFW That feeling when (… heke dibe, hîsa ku hingê tê hîskirin.)

MFW My face when (… heke dibe, rengê ku li ser rûyê min diyar dibe.)

MRW My reaction when (… heke dibe, berteka ku ez didim.)

IFYP I feel your pain (ez êşa te hest dikim.)

LOL Laughing out loud (ez bi awayekî ecêb keniyam.)

TNTL Trying not to laugh (ji bo ku ez nekenim min bi zorê xwe ragirt.)

JK Just kidding (ez bi tenê henek dikim.)

ILY I love you (ez ji te hez dikim.)

IMU I miss you (ez bêriya te dikim.)

ADIH Another day in hell (li dûjehê rojeke dîtir.)

IDC I don’t care (ne xema min e.)

ZZZ Sleeping, bored, tired (radizim, dilteng im, westiyame.)

WYWH Wish you were here (xwezî tu li vir bûyayî.)

TIME – Tears in my eyes (çavên min hêstir kirin.)

BAE – Before anyone else (kesê ku ji herkesî girîngtir e.)

SSDD – Same stuff, different day (rojeke nû, hê heman çîrok.)

QQ – Crying (girîn)

(Kok û biniyata QQ’yê hinekî tesîra matbûyinê li ser min pêk anî. Li gor Urban Dictionary’ê, di serî de QQ kurtkirina ji bo jêderketina lîstika Warcraft 2 veşandineke Alt+QQ’yê bû. Heke wextê ku lehîzvanek gazindê dike, yên din ji wî daxwaz dikin da ku ew QQ bike. Piştî demekê ev term di nivîs û tweetan de çavên bi hêstir sembolîze kir û êdî weha hat bikaranîn.)

FIMH – Forever in my heart (heya heya ew di dilê min de)

BSAAW – Big smile and a wink (bişirîneke gewre û çavqurçkirin)

BWL – Bursting with laughter (kenînpêketin)

CSL – Can’t stop laughing (ez nikarim kenînê rawestînim)


Ji bo diyarkirina hizr û bertekan:


IMO/IMHO – In my opinion / In my humble opinion (bi min, mire’k / bi ya min)

OMDB – Over my dead body (divê tu termê min binpê bikî)

POV – Point of View (bergeha dîmenê, bergeh)

TBH – To be honest (heke meriv bi dilerkî rast-be)

FTW – For the win (di wateya ji bo ku meriv yekî wekî serfiraz bide xuyakirin, “serkeftî, hilberînkar”, “baştirîn” tê bikaranîn)

FTL – For the loss (yê wendakirî, xirabtirîn)

YNK – You never know (tu qet pê nizanî)

SMH – Shaking my head (bi serê xwe perjirandin)

SRSLY – Seriously (bi rastî)

YGTR – You got that right (heman welê ye)

GMTA – Great minds think alike (rê û rêbaza hiş yek e)

CWOT – Complete waste of time (seranser zerar e)


Ji bo paşdekirina berpirsiyariyan:


IANAL – I am not a lawyer (ez ne parêzerek im)

AFAIK – As far as I know (bi qasî ku ez pê dizanim)

AFAIR – As far as I remember (bi qasî ku tê bîra/hişê min)

AFAIC – As far as I’m concerned (bi qasî ku min alaqadar dike)

AAMOF – As a matter of fact (heke tu rast bixwazî)

İLGİNİ ÇEKEBİLİR:  Albrecht Dürer, Young Hare

IIRC – If I remember correctly (heke ez ne şaş bim)

AFAICT – As far as I can tell (tiştê ku ez bi tenê dikarim bibêjim)

TL;DR – Too long; didn’t read (pir dirêj bû min tebata xwendinê nebû)


Ji bo balkişandina ser tiştekî yan jî mijarekê:


IRL – In real life (di jiyana rastîn de)

TIL – Today I learned (ez îro vî hîn bûm…)

SOML – Story of my life (çîroka jiyana min)

EMBM – Early morning business meeting (sibehê di saetên zûtir de civînên kar ên ku pêk tên)

J4F – Just for fun (bi tenê ji bo kêfxweşkirinê)

JSYK – Just so you know (bila haya te jê hebe)

FAWC – For anyone who cares (ji bo yên ku xema min in)

RLRT – Real life retweet (di jiyana rastîn de retweet)

OH – Overheard (min guh da ser)

WUZUP – What’s up? (çawa yî?)

CS – Career suicide (xwekujiya karîyerî)

DWH – During work hours (di nava saetên mesaiyê de)


Ji bo pêşniyarî û baldarkirinê:


NSFW – Not safe for work (ji bo navenda kar ne ewle ye)

NSFL – Not safe for life (ji bo jiyana we ne ewle ye)

SFW – Safe for work (ji bo navenda kar ewle ye)

GRAS – Generally recognized as safe (bi gelemperî di nava kategoriya ewle de ye)

NBD – Not big deal (ne meseleyeke giran e)

OC – Original content (naveroka xwerû)

4AO – For adults only (bi tenê ji bo yên gihayiyan)

ICYMI – In case you missed it (ji bo te revandiye)

JIC – Just in case (çi dibe çi nabe)

NAGI – Not a good idea (ne hizreke çak e)

GOI – Get over it (dev jê ber de êdî)

RBTL – Read between the lines (navbera rêzan bixwîne)

AYOR – At your own risk (rîsk aîdê te ye)

DIY – Do it yourself (bi xwe çêke)

E123 – Easy as one, two, three (pir hêsan e)

GAHOY – Get a hold of yourself (bi xwe bikaribe)


Ji bo tiştekî rind yan jî ji bo daxwazkirina pêşniyariyekê:


TMB – Tweet me back (li min bi tweet’ê vegere)

WTPA – Where the party at? (partî li ku ye?)

DAE – Does anyone else? (ma yekê din jî … dike?)

PRT – Please retweet (ji kerema xwe retweet bike)

PTB – Please text back (ji kerema xwe bi peyamê bibersivîne)

TIA – Thanks in advance (ji niha ve spas)

BUMP – Bring up my post (parveya min ber bi jor ve bar bikin)


Ji agahdarî, xwestek, pîrozbahî û girtinan:


OMW – On my way (ez di rê de me)

GRATZ – Congratulations (pîrozbahî ─j bo te)

GL – Good luck (oxira te be)

IDK – I don’t know (ez nizanim)

TTYL – Talk to you later (em paşê dipeyivin)

IBRB – I’ll be right back (ez ê hema vegerim)

W8 – Wait (bipê)

NFS – Not for sale (ne yê firotinê ye)

B4N – Bye for now (aniha bi xatirê te)

B@U – Back at you (ji bo te jî ji hemanê)

BBBG – Bye bye be good (oxir be, hay ji xwe hebe)

BBIAS – Be back in a sec (ez ê di nav saniyekê de vegerim)

RUOK – Are you OK? (tu baş î?)

CYT – See you tomorrow (em sibeh hevûdu dibînin)

DBMIB – Don’t bother me I’m busy (min narihet meke ez meşgul im.)

DM – Direct message (peyama yekser)

GFN – Gone for now (ez aniha tune me)