Kurdî, Otomobîla Min

Chery Tiggo 8 Pro

Ev model ji 2017’ê ve tê hilberandin. Ji xwe heya 2010’ê li Bakurê Kurdistanê bû. Ji 2010’ê ji Bakurê Kurdistanê vekişiya anku hew rendûman da, ji ber wê êdî bazara xwe winda kir. Îcar ji ber qeyrana aborî ya Tirkiyeyê hatina vê markeyê gelekî bal kişand ser xwe û bihayên wê jî li gorî markeyên din zor guncaw e. Ji xwe me lî ji bo wilo, piştî navbereke dûjdirêj, me xwest em vê modelê cara yekem weke mestere danasîna wê bikin.


Devamı İçin Tık Tık

Yorum Yap
Felsefe, Kurdî

Daristana Aristotales a Pîroz û Perîpatetîk

Aristotales, ji bo ku bi şagirtên xwe re di heman katê de hem dersên jîmnastîka hiş hem jî dersên jîmnastîka laş pêk bîne, di sivderên fireh ên xwendegehê re bi xwendeyên xwe re dimeşiya, her weha Ekola Perîpatetîk ava kir û pêş ve anî. Li gor ferhenga Nîşanyan: Peripatetique bi fransî ji van çavkaniyan hatiye der “1. Lihevgerîn, gerok, 2. Ew kesê ku endamê ekola felsefî yê Aristotales in”. Ev peyv ji Yewnaniya Kevnare patéō πατέω ji lêkera “meşê” peri+pêşqertafî pêk hatiye. Devamı İçin Tık Tık

13 Yorum
Kurdî, Mitoloji, Resim

Rembrandt van Rijn, Danae

(Kalikê Danae) Keyeyê Argolisê Abas, du lawê wî hebûn, ew cêwik in, navê yekî Proitos û navê yê din jî Akrisios -ku bavê Danaeyê ye- bû. Abas dewsa ku wextê ew ê bimire, erdê welêt li wan parve bike, difermîne da ku ew bi dorê li ser textê rêvebiriyê rûnin. Lê di navbera herdu birayan de rikberî tê pê ji bo derketine ser text. Hetta ev yek ewçend digihe devereke kambax ku, Proitos keça Akrisios ji rê derdixe û dixwaze bi hev re bin. Ev rikberiya dûmê dirêj dike xwîn dirije û ta ber bi welatperçebûnê jî dere, dawiya dawî biryar didin da welat bibe du beş. Akrisios dibe pardarê Argos û derdora wê.


Devamı İçin Tık Tık

9 Yorum