Kurdî, Otomobîla Min

Renault Megane 4 (1.3 TCe)

Ev model cara yekem di sala 2014an de hate piyaseya Bakurê Kurdistanê. Berê bi motorên mîna 1.6, 1.3 yên TCe benzîn û dîzelê dihatin firotin. Dûre Renault li ser 1.5 ya dîzelan rawestiya. Herî dawî 1.0 û niha 1.3 TCe bi kar anî. Herwiha ev motor ji aliyê Nissan û Mercedesê jî tê bi kar anîn. Di modelên wek Qashqai ya Nissanê û Rêze-A ya Mercedesê hate bikaranîn. Devamı İçin Tık Tık

Yorum Yap
Kurdî, Otomobîla Min

Toyota Corolla Cross Hybrid (Passion X-Pack)

Ev model ji 2023an hate Bakurê Kurdistanê. Ji ber ku Corolla ya Toyotayê pir zêde hate firotin, Toyota xwest ji vê rekorê sûdê wergire. Yanî ji berk u di cîhanê de herî zêde ev model hate firotin Toyota bi heman navî modeleke xwe ya SUV hilberand. Lê helbet, ev polîtîka zêde rewac nedît. Ji ber ku êdî her marke modelên xwe yên luks derdixe piyaseyê. Anku normal Corolla ya texsî jî nema hewqasî tête firotin. Ev model bi taybetiya xwe ya hîbrîtê tête nasîn. Hîbrîta vê modelê ne wek a Volkswagenê wan e.


Devamı İçin Tık Tık

1 Yorum
Kurdî, Otomobîla Min

Chery Tiggo 8 Pro

Ev model ji 2017’ê ve tê hilberandin. Ji xwe heya 2010’ê li Bakurê Kurdistanê bû. Ji 2010’ê ji Bakurê Kurdistanê vekişiya anku hew rendûman da, ji ber wê êdî bazara xwe winda kir. Îcar ji ber qeyrana aborî ya Tirkiyeyê hatina vê markeyê gelekî bal kişand ser xwe û bihayên wê jî li gorî markeyên din zor guncaw e. Ji xwe me lî ji bo wilo, piştî navbereke dûjdirêj, me xwest em vê modelê cara yekem weke mestere danasîna wê bikin.


Devamı İçin Tık Tık

Yorum Yap